Hevdîtinên DEM Partiyê û têkiliyên aloz di navbera Trump û Netanyahu de 

Rojnameyan destnîşan kir ku civîna di navbera şandeya DEM Partiyê û rayedarên Tirkiyeyê de "qonaxek nû ye di pêvajoya aştiyê ya dirêj de". Li aliyekî din têkiliya aloz a di navbera Trump û Netanyahu de weke beşeke lîstika "garantî û surprîzan" bi nav kirin.

Hevdîtinên DEM Partiyê û têkiliyên aloz di navbera Trump û Netanyahu de 
7 tîrmeh, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişandin ser civîna di navbera şandeya DEM Partiyê û Rêber Abdullah Ocalan, û têkiliyên aloz ên di navbera Trump û Netanyahu de.

HEVDÎTINA OCALAN-ERDOGAN GAVEK NÛ DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA DIRÊJ DE

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser hevdîtina di navbera şandeya DEM Partiyê û rêber Abdullah Ocalan de nivîsand û destnîşan kir ku şande dê îro bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek fermî bike. Çavdêran ew hevdîtin wekî "gavek nû di pêvajoya aştiyê ya dirêj de" bi nav kirin.

Rojnameyê diyar kir ku bêyî gavên berbiçav ên avakirina baweriyê, ti pêşveçûnek rastîn a ber bi aştiyê ve nayê bidestxistin, ji wan gavan ya herî berbiçav: "başkirina şert û mercên girtina Abdullah Ocalan, berdana girtiyên siyasî, rakirina qedexeyên li ser partiyên Kurdî, û kurd bi awayekî dadmend  li saziyên dewletê de cihê xwe bigirin. "

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî gavên pratîk yên piştî kongreya PKK`ê, xuya ye ku Tirkiye ketiye "xaçerêyek krîtîk" de. An ew ê vê veguherînê ber bi pêvajoyek aştiyê ya demdirêj ve bibe ku Kurdan ji nû ve têxe nav jiyana siyasî, an jî ew ê derfetê ji dest dide ku dikaribû pevçûna herî dirêj di dîroka komarê de bi dawî bike.

TÊKILIYA ALOZ YA DI NAVBERA NETANYAHU TRUM DE

Rojnameya El Şerq El Ewset têkiliya aloz a di navbera Donald Trump û Benjamin Netanyahu de, û rola Dewletên Yekbûyî di teşekirina siberoja Rojhilata Navîn de nirixnd. Rojnameyê destnîşan kir ku Netanyahu fêm kir ku Trump, ji ber ku nikarî serkeftinê li Ukraynayê pêk bîne, hewceyê serkeftinê li Xezayê ye. Vladimir Putin jî dixwaze berî agirbestê Ukraynaya teslîm bibe, da ku ti heparên wî ên serkeftinê tune bin.

Rojnameyê her wiha nivîsî, "Îsraîl li benda garantiyên 'Şeytanê Mezin' e, ango Amerîkayê. Netanyahu li benda erêkirina Qesra Spî ye ku alîkariya wî bike ku biçe hilbijartinan. Hin derdoer jî hêvî dikin ku Trump dê bigihîje wê encamê ku tişta herî baş ew dikare ji bo herêmê bike, ew e ku çareseriya du dewletan zindî bihêle. "

(k)