Şewata li Laziqiyê dewam dike: Kesek birîndar bû

Şewata li daristanên Laziqiyê dewam dike û deverên din daye ber xwe. Li gorî agahiyan di encama şewatê de endamekî tîmên agirkujiyê birîndar bûye.

Şewata li Laziqiyê dewam dike: Kesek birîndar bû
7 tîrmeh, 2025   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şewata li daristanên gundewarê Laziqiyê derketiya di roja 5’an de dewam dike. Şewat ji kontrolê derketiye ji ber bayê dijwar deverên derdorê wekî Qestel Muafê jî daye ber xwe.

Li gorî çavkaniyan, çirûskên agir li parastgeha Ferenleq jî ketiye ku qada herî mezin a hêşîn li herêmê ye.

Zêdetir 100 tîmên agirkujiyê, tevî destekên ji welatên derdorê jî ji bo vemirandina agir seferber bûne.

Li gorî agahiyan di encama van şewatan de endamekî tîmên agirkujiyê birîndar bûye û bêhna hin kesan jî teng bûne.

) bb)