Rêwî ajokar kuşt

Welîd Mihemed ku ji bajarê Tirbesipiyê ye, lê demek dirêj e li Şamê bi texsiya veguhestinê debara xwe dike, ji aliyê cîranê xwe ve hat kuştin.

Rêwî ajokar kuşt
7 tîrmeh, 2025   10:25
QAMIŞLO

Welîd Mihemed ê 57 salî ji gundê Sîha piçûk ê girêdayî bajarê Tirbespiyê ye û li Şamê jiyan dikir û bi texsiya veguhestinê debara xwe dikir. 

Li gorî agahiyên ku malbata Welîd dane ANHA’yê, ji roja înê (4 Tîrmeh 2025) ve agahî ji wî nedihat girtin.

Endamên malbatê diyar kirin ku roja înê cîranê wan ê ku navî wî nehat zanîn, ji Welîd xwestiye ku wî bigihîne herêma Heresta ya girêdayî Şamê. Piştî wê jî agahî jê nehatiye girtin.

Li ser vê yekê malbatê agahî daye hêzên ewlehiyê û dest bi lêpirsînê hatiye kirin. Di encama lêpirsînê de derket holê ku Welîd ji aliyê cîranê xwe ve li Herestayê hatiye kuştin.

Endamên malbatê diyar kirin di navbera wan û cîranê wan de tu pirsgirêk nebûn.

Li gorî agahiyên malbatê kujer hatiye girtin.

Welîd li navçeya (Bînaye Kiweytî) ya Şamê jiyan dikir.

Cenazeyê Welîd dê li gundê Xizna yê girêdayî Tirbespiyê bê veşartin.

Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyeyê (SHOR) jî, Welîd ev 15 sale di navbera Qamişlo û Şamê de rêwiyan tîne û dibe. SHOR’ê diyar kir ku Welîd ji aliyê kesên çekdar ve hatiye kuştin.

(ex/a)

ANHA