Hevdîtina Wêjevanan a 7’emîn 10’ê Îlonê ye

Hevdîtina Wêjevanan a 7’emîn dê 10’ê Îlonê bi beşdariya zêdetirî 40 wêjevanan li Tebqayê dest pê bike.

Hevdîtina Wêjevanan a 7’emîn 10’ê Îlonê ye
8 îlon, 2024   09:28
TEBQA

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê amadekariyên Hevdîtina Wêjevanan a 7’emîn dike. Hevdîtin dê 10’ê Îlonê dest pê bike û 3 rojan dewam bike. Hevdîtin dê li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Musena Ebdulkerîm a li Tebqayê li dar bikeve û dê zêdetirî 40 wêjevanên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bibin.

Têkildarî bernameya hevdîtinê hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê Elî El Elaya diyar kir ku bername dê sibeh û êvaran hebin û ev agahî dan: "Di hevdîtina 3 rojan de dê şevbuhêrkên helbest û çîrokan ên bi kurdî û erebî li dar bikevin, dê çalakiyên hunerî hebin, her wiha dê panel li ser pirsgirêkên çand û hunerê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bikevin. Dê malbata wêjevan Fewziye El Mirî ya ku 18’ê Adara îsal wefat kiribû, were xelatkirin."

Elî El Elaya destnîşan kir ku hevdîtin di plansaziya pêşîn a desteyê de bû û got armanca wê pêşxistina çandî ye.

Hevdîtina Wêjevanan a Yekemîn sala 2018’an hatibû lidarxistin.

(bb)

ANHA