Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan bi dawî bû

Hevdîtina di navbera Şandeya Îmralî û Erdogan de ku saetek dom kir, bi dawî bû.

Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan bi dawî bû
30 cotmeh, 2025   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina şandeya Îmralî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ya bi serokkomarê Tirkiye Tayyîp Erdogan hatibû destpêkirin piştî saetekê dawî bû.

Hevdîtin li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê hate kirin.

Di hevdîtinê de serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî ya Tirk Îbrahîm Kalin cih girtin.