Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin

Şêniyên Qamişloyê û koçberên Efrîn-Şehbayê bi mersîmeke biheybet cenazeya endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehbayê şehîd Hêvî Silêman defin kir.

Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Hêvî Silêman li Qamişloyê hat oxirkirin
30 cotmeh, 2025   19:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehbayê ku di vê dawiyê bûbû endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Silêman, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê merasîma oxirkirinê li dar xist. Hêvî Silêman di 28`ê Cotmeha 2025`an de, ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bibû. 

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarê wê, Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD), Rêxistinên Civaka Sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Îslama Demokratîk, koçberên Efrîn-Şehbayê û Yekîneyên Parstina Jin(YPJ) tev li merasîmê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan a Qamişloyê endama Meclisa Taxa Şehîd Cûdî Şaziya Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Hêvî Silêman re xwest.

Şaziya Elî anî ziman ku şehîd Hêvî bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe fêr kir û mafê xwe weke jin nas kir. Hêvî sozek dabû Rêber Apo, ˋEw ê her kesî fêrî zimanê Kurdî bike, û wê ji mala xwe de dest pê bike û heya sax be wê gelê xwe fêrî zimanê Kurdî bikeˊ.

Şaziya Elî wiha got: “Mamosteya mezin û hêja em weke jin soz didin ku em ê şopdarê rêya te, rêya ronî û zanebûnê, bin.“

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulîstan Gulo axivî û tevahî şehîd bibîr anî, û got şehîd Hêvî ji malbatek welatparêz bû, xwedî îrade û baweriyek pir mezin bû, tu carî di nav kar û xebatan de dudilî nebû, rihê wê her tim ji bo ziman, nasname, azadiyê dijiya.

Gulîstan Gulo di dawiyê de got: “Çûna Hêvî ji me re windahiyeke mezin e, pêşenga jinan bû, em soz didin ku têkoşînê ji bo armancên wê û tevahî şehîdan mezin bikin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Omer El Hemîd jî diyar kir ku:“Şehîdên me xwedî nirxekî girnabiha ne û pîroz in. şehîd ew kesên ku xaka welat bi xwîna xwe avda û canê xwe feda kir."

Kurê şehîd Hêvî Silêman, Ferhad Silêman got: “Destpêkê sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazim. Dayika min di oxira pêşxistina ziman û fêrkirina wê de berxwedanî û fedekariyek mezin da. Ez jî dibêjim dayê xewn û xeyala te pêk tê, êdî her kes bi zimanê xwe yê dayikê diaxive û dixwîne. Em bi şehadeta dayika xwe serbilind in û ji me re cihê şanaziyê ye.“

Di dawî de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin, heval û malbata Hêvî Silêman cenaze rakirin û spartin axê.

Hêvî Silêman kesayeta welatparêz, rewşenbîr bû, ji destpêka tevgera rizgariyê ve di salên 1982`an de dest bi kar û xebatên civakî, siyasî, dîplomasî û çandî kir.  Hêvî Silêman a ji Efrînê li bajarê Mabeta sala 1963`ji dayik bûye.

Hêvî Silêman di gelek qadan de cihê xwe girtibû û yek ji mamosteyên destpêkê ya zimanê Kurdî bû, ku ji 2000`heya 2012`an de mamostetî kir û ji 2012 heta 2025`an kar û xebatên siyasî kir.

Di malbata wê de xwişka Hêvî Silêman, Zozan Silêman a di sala 1988`an de tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûbû di sala 1993`yan de li deşta Silopiyayê şehîd bû. Her wiha dotmamên şehîd Hêvî, Zeyneb Silêman di sala 1991`an de li çiyayên azad, Emîne Silêman jî di 1992`an de li çiyayên azad, Xedîce Silêman di 1997`an li çiyayên azad, û Fatme Silêman li Efrînê li gundê Sorkê yê Racoyê sala 2016`an, şehîd bûbûn.

(ekîb/fr)

ANHA