Hevrûbûna Barzaniyan bi komkujiya Şengalê re dê kengî çêbe? - RAUF KARAKOÇAN

Hevrûbûna Barzaniyan bi komkujiya Şengalê re dê kengî çêbe? - RAUF KARAKOÇAN
3 tebax 2024   07:30

Di ser fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê re 10 sal derbas bûn. Çeteyên DAIŞ'ê ku ew ferman pêk anî, ji aliyê hêzên Rojava ve hatin têkbirin, lê hê jî texrîbata komkujiya li Şengalê ji holê ranebûye. Heta niha jî aqûbeta gelek jinên revandî ne diyar e. Birîna ku ji ber komkujiyê vebûye, hê kew negirtiye. Trajedî û travmaya civakî nehatiye çareserkirin. Penaberiya êzidiyan yên ji neçarî li çar aliyên cîhanê belav bûne, bi temamî neqediaye. Tevî ku hewldanên vegera li jiyana asayî li Şengalê (siyasî, aborî, ewlehî, rêveberî) gihaştibe qonaxekê jî, bi temamî çareser nebûye.

Zextên ji bo şikandina vîna meclisa xweser a Şengalê ku hewl didin xwe bi xwe bi rê ve bibin, dewam dikin. Hewl didin peymana xiyanetê ya ku PDK-dewleta Tirk, hikumeta navendî ya Iraqê û heta NY jî tê de cih digirin, bi cih bînin. Dixwazin xwerêveberiya êzidiyan ji holê rakin. Bi kurtasî, tevî ku fermana li Şengalê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi awayekî fermî wek jenosîd tê qebûlkirin jî, hêzên ku destê wan di qirkirinê de hebû, hîna jî xwe li nezaniyê datînin.

Hikumeta navendî ya Iraqê nekarî welatiyên xwe, êzidiyan biparêze. Ji ber bêçaretiya ku di dema komkujiya li Şengalê de ketê, divê lêborînê ji êzidiyan bixwaze. Wek dewlet nekarî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Heke êzidî bi hewldanên mabin û êdî dikarin xwe biparêzin û îradeyek derxistibe holê, qet nebe divê hurmetê nîşanî vê vînê bidin. Gelek dane hene ku DAIŞ hewl dide hêza xwe ji nû ve bi dest bixe û çi dema derfet dît bi çalakiyan xwe bi rêxistin bike. Profîla dewleta Iraqê ku nikare xwe biparêze, li holê ye. Îcar dê çawa êzidiyan biparêze? Mafê herî xwezayî yê êzidiyan e ku bibin xwedî statuyeke xweser, xweparastinê xurt bikin û xwerêveberiyê ava bikin. Tunehesibandin û nenaskirina vî mafê maqûl, ji bo komkujiyên nû dibe sedemkar.

Destê rêveberiya Barzaniyan yekser di komkujiya êzidiyan de heye. Heke hema bi qasî misqalekê jî nirxên mirovahiyê pê re mabin, divê bi vê komkujiyê re rû bi rû bibin. Barzanî ji parastina Şengalê berpirsyar bûn, lê di encama lihevkirina li gel DAIŞ'ê de hêzên xwe yên leşkerî ji Şengalê kişandin û gel bê parastin hişt. Hêzên PDK hem Şengal neparast,hem jî gelê êzidî yê xwest xwe biparêze, pêşî lê girt. Ev sûcek e ku divê qet neyê efûkirin. Ew feraseta ku rê li ber terora DAIŞ'ê û komkujiyê vekir, niha jî hewl dide xwe bê guneh bike.

Heke Barzaniyan hinekî xwedî exlaqeke siyasî hebe, kêmekê pabendiya wan bi nirxên mirovî, exlaqî û wijdanî hebe, di vê komkujiya êzidiyan de dê berpirsyariya xwe bibînin. Mixabin heta niha jî li ser fermanê bêbextiya xwe didomînin. Ev jî têrê nake, rojane bi hevkariya dewleta Tirk êriş dikin. Di êrişên hewayî de gelek pêşengên êzidiyan kuştin. Heta dinya hebe, fermana êzidiyan a li Şengalê dê wek lekeyeke reş li ser eniya Barzaniyan bimîne.

Ji bo ku malbata Barzanî timayên xwe yên li ser Başûr pêk bîne, heta ku rastiyên hevkariya wê ya stratejîk a bi dewleta Tirk re neyên dîtin, rewşa îroyîn baş nayê fêmkirin. Rola wan a di fermana Şengalê de jî aşkera nabe. Heta desthilatdariya xanedaniya Barzaniyan neyê çareserkirin, pirsgirêka yekitiya neteweyî ya Kurdan ne jî çareser nabe. Serweriya Barzaniyan ji bo Şengalê, ji bo Kurdan û ji bo siberoja herêmê xetere ye. Xiyaneta Barzaniyan ku erdnîgariya Başûrê Kurdistanê veguherîne qada şer û êrişên wan ên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, divê gelekî baş werin fêmkirin.

Xiyaneta li êzidiyan a bi destê Barzaniyan, bi fermana Şengalê re sînordar nîn e. Pratîka Şengalê ya piştî fermanê jî li ser esasê dijminatiya êzidiyan pêk hat. Çawa ku dewleta Tirk polîtîkaya dijminatiya li Kurdan dimeşîne, qirkirin, dagirkerî û îlhaqê dike, Barzanî jî di van hemû sûcan de hevkarên dewleta Tirk in. Wekî kulekê di dilê neteweya Kurd de mane. Rêbaza herî baş jî ew e ku mirov li dewleta Tirk binêre û Barzaniyan nas bike.

Ya ku çeteyên DAIŞ'ê yên ferman pêk anî; xwedî dike, diparêze û komên çete yên îslamîst yên radîkal li qada navneteweyî rewa dike, desthilata AKP-MHP'ê ye. Jixwe her kesî pê dizane ku di operasyonên xwe yên derve de wek hêzeke şer bi kar tînin. Heman çete niha jî li Başûrê Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê têne bikaranîn. Ev hemû bi pêzanîn û îradeya Barzaniyan pêk tên. Barzanî li Efrînê jî bi heman çeteyan re dixebitin. Bi kurtasî, heta Barzanî bi fermana li hember êzidiyan re rû bi rû nebin, dê sûcên nû bikin. Asta têkiliyên wan ên bi dewleta Tirk re û naveroka têkiliya wan, dijberiya Şengalê û bi giştî jî dijberiya Kurdan e.

Hevsengiya polîtîkayên taybet ên dewleta Tirk ku li Bakur bi derxistina hemû êzidiyan komkujiyeke bêkêmasî li hember wan kir û komkujiya fîzîkî ya li Şengalê, divê baş were dîtin. Xeta xiyanetê ya nokeriya Barzaniyan jî divê li ser vê esasê were nirxandin. Divê Barzanî ji ber şirîkatiya xwe ya di jenosîda ku dewleta Tirk li êzidiyan kiriye û ji ber vê yekê jî ji gelê Kurd lêborînê bixwazin. Nexwe dê dijminatiya wan her û her bimîne.

Encama herî girîng ku ji fermannê were derxistin, ew e ku hesab ji berpirsyaran û yên tê de xwedî rol in, were pirsîn. Li hemberî êrişên ku rê li ber trajediyên civakî yên mîna fermanê vedikin, berdêla wê çi dibe bila bibe, gel xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin xweparastina rewa bikin. Tenê bi ruhê yekitî û hevgirtina gelan ev xetere dikarin ji holê rabin. Mînakên Şengal û Rojava, ji bo fêmkirina vê rastiyê tecrubeyên girîng in.