Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û AKP'ê di 20'ê Kanûnê de ye

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) wê di 20'ê Kanûnê de hevdîtinê bikin.

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û AKP'ê di 20'ê Kanûnê de ye
16 kanûn, 2025   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di 20’ê Kanûnê 2025 ‘ê saet di 14.00’ê de li Meclisa Tirkiyê  bi AKP’ê re hevdîtinê bikin. 

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê beriya niha bi Partiya DEVA, MHP û Partiya Gelecekê re hevdîtin kiribû û hevdîtina bi CHP'ê re hatibû plankirin jî ji bo demeke din hatibû taloqkirin.