Di panela li Reqayê de xurtkirina aştiya navxweyî û bihêzkirina jinan hat gotûbêjkirin

Jinan li Reqayê bi panelekê aştiya navxweyî û girîngiya wê ji bo avakirina Sûriyeyeke nenvendî gotûbêj kirin.

Di panela li Reqayê de xurtkirina aştiya navxweyî û bihêzkirina jinan hat gotûbêjkirin
28 gulan, 2025   16:09
REQA

Buroya Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Buroya Jinan a Partiya Yekitiya ya Demokratîk a Kurd li Reqayê panelek li navenda Partiya Yekitî ya Demokratîk a Kurd li dar xist.

Di panelê de endamên Buroya Jinan a MSD`ê, Buroya Jinan a Partiya Yekitiya Demokrtîk a Kurd û saziyên civaka sivîl ên kantona Reqayê amade bûn.

Rêvebera Buroya Jinan a MSD`ê Sebah El Xelîl di panelê de axivî û got: "Aştiya navxweyî bingeha aramî û avakirina civakê ye, bi jiyana hevbeş, rêzgirtina ji hev re û dûrketina ji tundiyê bi pêk tê. Aştî di bin siya xizanî, bêkarî, gotinên nefret û paşguhkirina de bi pêş nakeve. Ji ber vê yekê divê çanda diyalog, edalet û hemwelatîna wekhev bê avakirin û rola saziyên civaka sivîl bê çalakkirin."

Der barê rola jinan de jî Sebah El Xelîl got: "Jin hêmaneke bingehîn in di pêvajoya avakirina aştiyê de. Ezmûnan îsbat kiriye ku jinan di rewşên pevçûnan de hem di warê civakî û hem jî di warê siyasî de ji bo jiyana hevbeş însiyatîfên bibandor pêşkêş kirine û çareseriyên hevbeş afirandine.”

Beşdarên panelê jî tekez kir ku hêza jinan a siyasî û civakî ne tenê pêdiviyeke qanûnî ye, lê belê ji bo her pêvajoya aştiyê ya rastîn şert e. Ji bo aştiya navxweyî divê xebateke hevbeş û berfereh hebe ku mafan garantî bike û baweriyê di navbera hemû pêkhateyên civakê de ji nû ve ava bike.

Di dawiya panelê de çend pêşniyarên beşdaran ji aliyê berdevka Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Fatima El Mihemed ve hatin xwendin; pêkanîna destpêşxeriyên mirovî û pêşketinê ji bo pêşxistina aştiya navxweyî, rênîşandana jinan ji bo lîstina roleke civakî di avakirina aştî û jiyana hevbeş de, bilindkirina asta zanebûn û hişyariyê ji bo têkbirina nakokiyên mezhebî yên di nava civakan de û aktîfkirin û piştgirîkirina jinan bi rêya peydakirina derfetên kar.