‘Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo aştiyê pêwîstiyek e’

Rewşenbîrên li kantonên Tebqa û Reqayê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola berxwedanê û çavkaniya îlhama mirovî û ramyarî ye. Rewşenbîran xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman.

‘Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo aştiyê pêwîstiyek e’
5 tebax, 2025   02:35
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwazên ji bo azadiya fîzîkê ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin. Rewşenbîran jî got hevdîtina bi wî re pêwîstiyek stratejîk e ku rê li ber çareseriyek siyasî û aramiyê li seranserê Rojhilata Navîn vedike. 

Ruqeya El Elî rewşenbîreke ji kantona Tebqayê ye, bi van gotinan daxwaza xwe anî ser ziman: "Di dema dijwar de em pir hewcedarê rêberekî ne ku êşa gel bibîne û parve bike. Rêberekî ku di wijdanê gel de be, bi rastî bi wan re biaxive, baweriyê bide wan ku guhertin mimkun e û hîn jî tiştên mirov ji bo wan tê bikoşe hene. Em van tiştan di Rêber Abdullah Ocalan de dibînin."

Ruqeya anî ziman ku xwesteka hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ne hesteke demkî ye, lê baweriyeke kûr e ku wî qet gelê xwe bê hêvî nekiriye yan jî li ser dozên wî tawîz nedaye  û got: "Ew sembola sebrê ye, penageheke giyanî û ramyarî ye ku hêviyê dide me.”

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Tebqayê Rena El Seyid, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan "ne tenê kesayetek siyasî ye, lê fîlozofê ramyarî û mirovî ye ku çarçoveya partiyê derbas kiriye, bûye dengek û neynikek ku hêviyên gelan nîşan dide."

Renayê destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan guhertinek bingehîn di hişmendiya wan û di têgihîştina wan a têgehên wekî azadî, edalet û rola jinan de çêkiriye. Rena da zanîn ku xwesteka hevdîtina wî ne tenê girêdaneke ramyarî ye, lê baweriya bi projeya rizgariyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em di wê baweriyê de ne ku azadî bi hişmendiyê dest pê dike, Rêber Abdullah Ocalan jî hişmendî di me de çandiye. "

Rewşenbîrê bi navê Mustafa Kemal ê ji Reqayê daxwaza serbestberdana hemû girtiyên siyasî kir û got: "Ew ne sûcdar in, lê mirovên xwedî raman û helwest in. Cihê wan ê rastîn di nav gel de ye, ne li zindanan.”

Kemal îşaret bi vê yekê kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan pêdiviyek e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nêrînên wî yên stratejîk û zanîna wî ya kûr a li ser rastiya herêmê û aloziyên wê hene. Ew xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna ji bo mafên gelan û aştiyê ye. Ew kesayeteke ku dikare me ber bi rêya rast ve bibe."

(k)

ANHA