Fîras Qesas: Ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê divê siyaseteke hevkariya niştimanî hebe

Siyasetmedarê Sûryeyî Fîras Qesas diyar kir ku divê desthilata Şamê ber bi siyaseteke hevkariya niştimanî ve biçe, bêyî ku tu hêz, pêkhate û neteweyekê paşguh bike. Qesas diyar kir ku tevî hin nîşanên erênî jî ji Şamê hene, lê nîşanên din jî hene ku tirs û fikaran zêde dikin.

Fîras Qesas: Ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê divê siyaseteke hevkariya niştimanî hebe
22 sibat, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN
YIHYA EL HEBÎB

Sûryeyî û çavdêr rewş û geşdedanên siyasî yên piştî rûxana rêjîma Esed û piştre jî hatina desthilateke nû li Şamê dişopînin. Gelek derdorên Sûryeyî hêvî dikin ku li welat qonaxeke nû dest pê bike, lê tirsa wan heye ku welat ber bi rewşên li dijî hêviyên Sûryeyiyan biçe.

JI ŞAMÊ SÎNYALÊN NAKOK

Siyasetmedarê Sûriyeyî û Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Fîras Qesas di vê derbarê de ji ajansa me re axivî û got: "Heta niha rêveberiya Sûryeyê ya nû sinyalên nakok dan û hîna jî dide, hin ji wan bi hêvî ne, hin jî ne baş in ku nîşaneyên avakirina dewleteke oldariyê didin, yan jî desthilateke yek alî. Dethilateke dibêjê ku wê rejîm ruxandiye, lewma ji mafê wê ye ku welatekî li gorî hişmendî û ramana xwe û berjewendiyên xwe ava bike."

Qesas her wiha got: "Nebûna ramanên dewleteke demokratîk di gotara rêveberiya nû de, nenaskirina  wê ji hêzên siyasî re, û yekdestdariya wê di xêzkirin û diyarkirina riyên qonaxa veguhêz de û hema hema desthilatdariya wê ya li ser hemû amadekariyên Kongreya Diyaloga Niştimanî, ev hemû nîşaneyên neyênî ne ku welêt ber bi hegemoniyê ve dibin.  Ji xwe em û hemû Sûryeyî ji vê yekê ditirsin. "

DIVÊ EM BER BI SIYASETEKE HEVKARIYA NIŞTIMANÎ VE BIÇIN

Qasas, bang li desthilata nû li Şamê kir ku "di pêvajoya avakirina saziyên dewletê de, divê desthilata Şaê ber bi siyaseteke hevkariya niştimanî ve biçe, bi awayekî ku rê nede serweriya rengekî neteweyî. "

Her wiha got: "Şêwe û formula ku dê gelek diyardeyên li Sûriyê diqeimin bi dawî bide, danûstandinên vê desthilatdariyê bi ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ye, ku bi wê ezmûnê re her wiha bi rewşa li Swêdayê re lihev bike. Her wiha divê serbixwe be û ji hegemoniya aliyên derve dûr bikve, xwedî li pirrengî nasnameya Sûriyeyê derkeve. Ev tişt hemû wê diyar bikin ka hikûmeta El Şeri gavên rast davêje yan na. "

Qesas di dawiya axaftina xwe de got: “Tişta ku ji gelê Sûriyeyê tê xwestin ew e ku xwe weke hêzên siyasî birêxistin bike ku bi rêya wan rêxistinan vîna xwe xurt bike û siberoja welat li gorî berjewendiyên xwe ava bike. Divê Sûryeyî bêdeng nemînin, li benda vexwendin û bangên desthilata niha nemînin, berovajî wê divê rexne bikin bişopînin. "

(k)