Cotkar bi hêvî ne Rêveberiya Xweser buhaya kirîna genim biguhere

Komeke cotkar li Qamişlo kom bûn û bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin ku buhayê genim biguhere.

Cotkar bi hêvî ne Rêveberiya Xweser buhaya kirîna genim biguhere
28 gulan, 2024   14:54
QAMIŞLO

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya demokratîk 26`ê Gulanê buhaya kirîna kîloya genim bi 31 centî diyar kiribû. Lê belê cotkarên herêmê ji vê buhayê ne razî ne.

Îro gelek cotkar li bajarê Qamişlo kom bûn û bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin ku buhayê biguhere.

 Cotkarê bi navê Mihemed Elî Behlawî xwedî 200 donim zevî li bajarê Til Birakê ye got wî bi 130 milyon lîre mazot kiriye û ev buha lêçûnên wan dabîn nake.

Behlawî destnîşan kir ku îro kom bûne ji bo ku bang li rêvebeiryê bikin da ku vê buhayê biguhere û got: "Ya baş buha di navbera 40 û 50 centî de be."

Behlawî destnîşan kir ku ew tenê debara xwe bi çandiniyê dike û hêvî kir ku rêveberî vê buhayê biguhere û got: "Heke buha li halê xwe bimîne, zirarên me dê mezin bin. Ji ber ku metirsî hene, berhem kêm be."

 (şx)

ANHA