Lêkolîner Îbrahîm Mislim: Banga Abdullah Ocalan Kurd nêzî hev kirin

Lêkolîner Îbrahîm Mislim diyar kir ku banga ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve di 27`ê Sibata 2025`an de hat kirin, bûye egera nêzîkbûna di navbera hêzên Kurd de. Her wiha êdî daxwaza mafên destûrî û nûnertiya siyasî bûye armanca sereke ya Kurdan.

Lêkolîner Îbrahîm Mislim: Banga Abdullah Ocalan Kurd nêzî hev kirin
26 sibat, 2026   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Salek piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a di 27`ê Sibata 2025`an de (Banga Aştî û Civaka Demokratîk), lêkolînerê siyasî yê Kurd Dr. Îbrahîm Mislim diyar dike ku vê bangê bandoreke berbiçav li ser rewşa siyasî û civakî ya Kurdan kiriye.

Li gorî nirxandina Îbrahîm Mislim, ev bang bûye egera nêzîkbûna di navbera hêzên Kurd de. Her wiha êdî daxwaza mafên destûrî û nûnertiya siyasî bûye armanca sereke ya Kurdan. Her wiha li ser asta civakî, gotûbêja li ser têgehên hemwelatîbûn, nenavendîbûn û nasnameyê berfireh bûye, di heman demê de rola civaka sivîl di rêberiya van nîqaşan de zêde bû.

Der barê têgeha "entegrasyona demokratîk" de, Mislim da zanîn ku ev tê wateya naskirina nasname, ziman û mafên çandî di çarçoveya dewletê de, di heman demê de misogerkirina beşdariya siyasî ya wekhev û berfirehkirina nenavendîkirinê.

Mislim diyar kir ku tevî qebûlkirina teorîk a vê ramanê, lê pêkanîna wê ya pratîk hîn jî rastî astengiyên girîng tê, bi taybetî astengiyên mîna qanûnên heyî, nebûna baweriyê di navbera aliyan de û tevliheviyên herêmî.

Îbrahîm Mislim destnîşan kir ku astengiyên herî berbiçav ên ji bo temamkirina vê qonaxê kêmbûna baweriyê, fikarên ewlehiyê û parçebûna Kurdan in. Li gorî vê yekê, Mislim da zanîn ku hêzên siyasî yên Kurd divê nêrîneke zelal û hevpar çêkin, di heman demê de divê civaka sivîl diyalogê xurt bike û bingeheke hevpar ava bike.

Dr. Îbrahîm Muslim diyar kir ku ev yek hewce dike ku diyaloga birêkûpêk a Kurdan, lihevkirinek li ser mafên hevpar pêk were, her wiha  guhertinên herêmî bi awayekî rast werin werin nirxandin da ku bandorên neyînî ji civaka Kurd dûr bixin.

(k)