Rojnamevanan daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir

Rojnamevanan da zanîn mafekî wan ê rewa ye ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Rojnamevanan daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir
19 hezîran, 2025   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di çarçoveya pêngava sêyemîn a kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" de ku bi dirûşma "Ez bixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" dest pê kiriye, xebatkarên çapemeniyê û rojnamevanan doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Ev kampanya piştî banga aştiyê ya ku di 27’ê Sibata îsal de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat dayîn, dest pê kir. Rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê piştgiriya xwe ji bo kampanyayê anî ziman û got hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re di vê qonaxê de erkeke pîşeyî, siyasî û mirovî ye.

‘EM DAXWAZA MAFÊ XWE YÊ REWA YÊ HEVDÎTINÊ DIKIN’

Nûçegihanê Ronahî TV’yê Silêman El Tewîl destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mafekî rewa yê xebatkarên çapemeniyê ye.

El Tewîl wiha pê de çû: "Çawa ku siyasetmedar bi Rêbertî re hevdîtinan pêk tînin û rewşa heyî gotûbêj dikin, mafê me rojnamegeran jî heye ku em pê re hevdîtinê pêk bînin û rewşê herêmê jê re ragihînin, ji ber ku medya beşeke bingehîn a têkoşîn û veguherînê ye. "

El Tewîl her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan bi salan di nava sistema qirkirin û tecrîdê de dijî, rê li ber hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re hatiye girtin. Îro piştî banga wî ya dîrokî êdî her rojnamevan û çalakvanek dixwaze bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Em tevlî kampanyaya 'Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin dikim'dibin. Em doza mafê wî yê hêviyê û şikandina tecrîdê dikin. Azadiya wî ya fîzîkî yek ji armancên me ye."

‘AZADIYA RÊBERTÎ BINGEHA AZADIYA JINAN Û RAGIHANDINÊ YE’

Nûçegihana Ajansa Nû JINHA’yê Ronîda Hacî jî der barê mijarê de got: "Em piştgiriyê didin kampanyaya 'Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin dikim', ji ber ku ev kampanya weke berdewama têkoşîna me rojnamegerên jin a ji bo azadiya jinan û civakê ye. Felsefeya Rêbertî ji me re derfeteke rast a hebûn û derbirînê peyda kiriye û hiştiye em bibin dengê azad ê jinan. "

Ronîdayê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêdiviyeke bingehîn e ji bo wan û got: "Bêyî bêyî hebûna Rêbertî di nava gelê xwe de çareseriyeke rasteqîn li Sûriyeyê nayê pêkanîn. Dem dema azadiya wî ya fîzîkî ye, ji ber ku wî Îmraliyê kiriye dibistaneke ramanê ji bo hemû kesên ku li azadiyê digerin."

‘KAMPANYA WESÎLEYA BELAVKIRINA AŞTÎ Û RAMANA AZAD E’

Rojnamevan û rêveberê Radyoya Xabûr Mîrxan Emadî diyar kir ku kampanyaya niha berdewama kampanyayên berê ye ku bandoreke mezin li wan kiriye. Her wiha got: "Kampanyaya niha piştî banga Rêbertî ya ji bo aştiyê destp pê kir. Tiştekî xwezayî ye ku rojnamevan jî wek siyasetmedaran bi wî re hevdîtinê pêk bînin, ji ber ku rola medyayê di ragihandina ramanan û avakirina hişmendiyê de girîng e.”

Emadî da zanîn ku dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan ji hevdîtinan û medyayê bê par dike, lê ev yek mafê wî yê rewa ye, da ku bikare fikrên xwe ji cîhanê re ragihîne û got: “Em daxwaz dikin ku ne tenê weke rojnamevan, wek nûnerên wijdana civakê û raya giştî, bi wî re hevdîtinê pêk bînin.”

(k)

ANHA