Heşdî Şabî û pêşmerge; di navbera zextên entegrasyonê û hevkêşeyên desthilatdariyê de

Li Iraqê der barê siberoja komên çekdar de nîqaş zêde dibin. Zext hene ku hêzên Heşdî Şabiyê ji nû ve werin birêxistinkirin û çekan di bin kontrola dewletê de kom bikin, di heman demê de hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze statuya pêşmergeyan wekî hêzeke destûrî ya serbixwe biparêze.

Heşdî Şabî û pêşmerge; di navbera zextên entegrasyonê û hevkêşeyên desthilatdariyê de
9 hezîran, 2026   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Mijara çekan li Iraqê di mehên dawîn de rojeva siyasî û ewlehiyê, rêziknameyên ku dixwazin çekan di bin kontrola dewletê de kom bikin û statuya komên çekdar ji nû ve bi rêxistin bikin, tên gotûbêjkirin.

Zext û nîqaş li ser siberoja Heşdî Şabiyê û komên girêdayî wê tên kirin, pirsên ka gelo ev gotûbêj dikarin bandorê li siberoja hêzên pêşmerge yên li Başûrê Kurdistanê bikin, derdikevin pêş ku ev tişt ji hêla rayadarên Kurd ve hatiye redkirin.

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Sûriye û Iraqê Tom Barrack, piştgiriya xwe bo her gaveke ku çekan dixe bin desthilata hikumeta Iraqê de nîşan da. Hin aliyên Heşdî Şabiyê vê yekê wek hewldaneke ji bo kêmkirina rola wan a leşkerî ya serbixwe û bidawîkirina bandora wan dibînin.

Li aliyê din hikumeta Herêma Kurdistanê her hewldaneke ji bo girêdana rewşa hêzên Heşdî Şabiyê bi rewşa pêşmergeyan ve, red dike. Partiyên Kurdan diyar kir ku pêşmerge ne aliyekî çekdar e ku li derveyî saziyên dewletê dixebite, lê hêzeke leşkerî ya birêkûpêk e ku li gorî destûra Iraqê û li gorî madeya 121`an ku destûrê dide hikumeta herêmê ku hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî ava bike, hatiye damezirandin.

Di dawiya Gulana 2026`an de, sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Bextiyar Mihemed ragihand ku tu daxwazeke fermî ji bo entegrekirina û pêşmergeyan di nav saziyeke federal an Wezareta Ewlehiyê de nehatiye kirin.

Rayedarên Kurd her wiha diyar kir ku her gaveke wiha hewce dike ku guhertinên bingehîn ên destûrî werin pêkanîn ku ev guherîn dê bandorê li pergala federal a heyî li welêt bikin.

DYA li ser bingeha tiştê ku ew wek "helwesta xwe ya ji bo ewlehiya herêmî û berjewendiyên xwe di herêmê de" bi nav dike, dixwaze çekan di destê dewletê de kom bike da ku bandora komên çekdar ên "nêzîkî Îranê" kêm bike. Lê rexnegirên vê siyasetê dibêjin Washington gelek caran bi hêzên iraqî re li gorî nêzîkbûn an dûrbûna wan ji berjewendiyên DYA`yê tev digere.

Ji aliyekî din ve, Tirkiye bi awayekî cuda li rewşa Iraqê dinêre, lê ew jî li gorî hesabên berjewediyan e. Enqere gumanên xwe yên zelal li ser bandora zêde ya hêzên Heşdî Şabiyê li hin deverên nêzîkî sînorên xwe nîşan dide, ev yek jî ji ber tirsa wê ya ji rola zêde ya Îranê li Iraqê ye. Her wiha Tirkiye her pêşveçûneke hêzên siyasî yan leşkerî yên Kurdan dişopîne, ji ber ku ji bandorên li ser rewşa wê ya navxweyî ditirse.

Di navbera van her du rêyan de arîşe wiha ye;  Heşdî Şabî rastî zextek zêde tê ku rola xwe ya leşkerî û têkiliya xwe bi dewletê re ji nû ve diyar bike, di heman demê de Pêşmerge bi statuya xwe ya destûrî ya taybetî ve girêdayî ye û qebûl nake ku di her projeya entegrasyon an hilweşandinê de cih bigire.

(k)

ANHA