Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan

Hikumeta demkî Biryarnameya 109‘an a girêdayî gumrikê derxist û welatiyan li hemberî vê biryarnameyê nerazîbûna xwe anîn ziman û got kel û pel li bazarê gelekî biha bûne.

Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
Biryarnameya 109‘an ziyanê dide welatiyan
9 hezîran, 2026   04:55
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Li bajarê Hesekê buhayên kel û pelan ne mîna hev in û nirxê dolar bilind dibe. Şênî beramberî vê yekê bêzar bûne û nerazîbûna xwe anîn ziman. 

Welatiyê bi navê Fayîz Omer got: "Li bazarê her firoşgehek buhayê kel û pelan diyar dike û difroşê welatiyan. Carna ferqa buhayê kel û palan 2-4 hezar lîreyên Sûriyeyî heye. Rewşa me ya aborî rojekê pey rojekê xirab dibe. Em nikarin debara xwe bikin. Îro em ji bazarê tiştekî bikirin dê sibe buhayê wê bugherînin."

Fayîz Omer bang li aliyên têkildar kir ku destwerdana vê rewşê bikin û buhayê kel û pelan bişopînin.

Der barê heman mijarê de welatiyê bi navê Mihemed Raşid anî ziman ku xwediyên dikanan buhayê kel û pelan diyar dikin û wiha peyivî: "Gelek sedem hene ku kel û pel biha dibin, mînak gumrik distînin, veguheztin û anîna kel û pelan ji derve hemû bandorê li bazarê dikin. Lê belê welatî di hemû rewşan de ziyanê dibînin. Ji bo buhayê kel û pelan li hemû dikanan mîna hev be divê bazar werin şopandin. Buhayê kel û pelan li hemû dikanan ne mîna hevdû ye. Hinek firoşkar li pey qezenc nakevin û hinek li pey qezenca zêde dikevin."

Bazirgan Elai El Salih li ser mijarê got: "Dolar bilind dibe û ne sabit e. Biryarnameya zêdekirina bacên gumrikê û buhayê madeyên sotemeniyê bandorê li ser buhayê kel û pelan dike. Hinek bazirgan hene kel û pelên kevn û hatine bikaranîn mîna kel û pelên nû difroşin. Biryarnameya 110 bû sedema ku kel û pel biha bibin."

Hevserokê Beşa Parastina Mezêxeran a Hesekê Muhened Abdullah der bare bihabûna kel û pelan de wiha axivî: "Komîteyên şopîner di çarçoveya qanûnê parastina mezêxeran de rojane du caran (sibehê û bi şev) bazarê kontrol dikin. Li zeman û buhayê kel û pelan û fatûra dinêrin."

Her wiha Abdullah destnîşan kir ku biryarnameya 110`an bû sedema ku kelûpal biha bibin û wiha pê de çû: "Li gorî qanûna 4‘an a 2020‘an a parastina mezêxeran, çavdêrî li bazar azad  heye. Komîteyên şopîner nikarin destwerdana buhayê kel û pelan bikin. Eger firoşkar li gorî xwe buhayê kel û pelan bugherînin têne cezakirin.

Qanûna 4 a sala 2022`yan ji 29 madeyan pêk tê. Komîteya Zaîbeteyê di çarçoveya vê qanûnê de dikare bazarê kontrol bike û birêxistin bike."

(np)

ANHA