Gel ji buhayên nû yên elektrîkê ne razî ye

Şêniyên bajarên herêma Cizîrê ji ber bihabûna elektrîkê nerazîbûn nîşan dan. Desteya Enerjiyê diyar kir ku buhayên nû ji hêla Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî ve hatine diyarkirin.

Gel ji buhayên nû yên elektrîkê ne razî ye
9 hezîran, 2026   05:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Buhayên nû yên elektrîkê ku ji hêla rêveberiyên elektrîkê yên li parêzgeha Hesekê ve hatine destnîşankirin, di nav şêniyan de bû cihê gilî û gazincan, ji ber ku buha ji nişka ve pir zêde bûn.

Li gorî lîsteya nû, buhayê pakêteke xerckirinê 300 kîlowatt ji 105 hezar lîreyan bo 180 hezar lîreyan zêde bûye. Ev jî ji bo 2 mehan tê veqetandin. Ger pakêt berî dawiya heyama diyarkirî were xerckirin, divê abone di dema nûkirinê de buhayekî bilindtir bide.

Buhayê elektrîka bazirganî jî bo her kîlowat-saetê hezar û 700 lîre ye.

Şêniyên çend bajarên Cizîrê nerazîbûna xwe ji ber bihabûna elektrîkê nîşan da.

Newaf Ebdî Silêman ê ji bajarê Tirbespiyê got zêdebûna nû barekî zêde dixe ser malbatan û diyar kir ku dahata mehane ya gelek welatiyan bi zorê pêdiviyên bingehîn peyda dike û lêçûna elektrîkê vê rewşê dijwartir dike.

Hisên Silêman ê ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku buhayên heyî li gorî asta dahatê bilind in û destnîşan kir ku kesên dahata wan kêm û karmend herî zêde ji vê biryarê bi bandor dibin. Silêman diyar kir ku dibe ku hin fatûreyên elektrîkê ji mûçeyên mehane derbas bibin, bi taybet di demsala havînê de, hem di malan de û hem jî di kargehan de.

Celîla Ebdulrehman a ji bajarê Çilaxa jî nerazîbûna xwe ya li hember bilindbûna buhayên elektrîkê anî ziman.

DESTEYA ENERJIYÊ: BUHA JI HÊLA HIKUMETA DEMKÎ VE HATINE DANÎN

Serokê Desteya Enerjiyê ya Cizîrê Ekrem Silêman ji ajansa me re rave kir ku buhayê nû yê elektrîkê ji hêla Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî ve hatiye diyarkirin.

Silêman diyar kir ku deste niha li ser projeyên ji bo nûjenkirin û pêşxistina tora elektrîkê ya birêkûpêk li bajarên Hesekê û Qamişlo dixebite.

Şêniyan xwest rewşa xizmeta elektrîkê baştir bibe û buhayên wê jî li gorî dahata xelkê guncaw bin.

(k)

ANHA

TIRBESPIYÊ

GIRKÊLEGÊ

ÇILAXA