Hêrsa li dijî êrişên li ser zarokan zêde dibe
Desteya Jinan bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî zarokan şermezar kir û xwest hesab ji êrişkaran bê pirsîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kirin. Di encamê de 4 zarok birîndar bûn. Zarokek ku bi giranî birîndar bibû, îro şehîd bû.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê û hedefkirina zarokan şermezar kirin.
Daxuyanî li ber avahiya desteyê ya li bajarê Reqayê bi amadebûn endamên tevgerên jinan hat dayîn. Cîgira seroka Desteya Jinan Sewsen El Xelef daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya saziyên hiqûqî û mirovî hatin şermezarkirin. Her wiha sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên kantona Efrîn – Şehbayê, komkujiya Cindirêsê ku şeva Newroza 2023`yan hatibû kirin hatin bibîrxistin.
Di daxuyaniyê de bang li saziyên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî hate kirin ku erkên xwe li hember sûcên li Efrînê û herêmên dagirkirî tên kirin, bînin cih, sûcdaran darizînin û hesabê ji wan bipirsin.
Di daxuyaniyê de bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê jî hate kirin ku têkiliyan bi Rêveberiya Xweser re ava bikin û hate gotin: "Rêveberiya Xweser di pêşxistina çareseriyeke demokratîk a daîm a li ser bingeha yekitî û lihevkirina nîştimanî de, bi roleke pêşeng radibe."
Ofîsa Parastina Mafên Zarokan û Rêxistina Stêrk a Kantona Efrîn -Şehba jî îro bi daxuyaniyekê bertek nîşanî dewleta Tirk a dagirker da û banga parastina zarokan kiribû.
(şx)
ANHA