Heniyê û Kalin civiyan

Serokê MÎT a Tirk Îbrahîm Kalin û serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniyê li Dewhayê  dosyaya rehînên Îsraîlê yên li Xezayê gotûbêj kirin.

Heniyê û Kalin civiyan
4 sibat, 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên ser bi dewleta Tirk ve serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniyê li paytexta Dewha Qeterê civiyan. 

Hate ragihandin ku Kalin û Heniyê hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê û dosyaya rehînên Îsraîlê gotûbêj kirin.

Li gorî çavkaniyên diplomatîk jî, Îsamîl Heniyê di 21’ê Çileyê de li gel wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîbû, lê cihên hevdîtinê nehat diyarkirin.

(bb)