Cara 5’an ji aliyê çeteyan ve hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jina 57 salî cara 5’an revand.

Cara 5’an ji aliyê çeteyan ve hat revandin
4 sibat, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih wergirtine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 23’ê Çileyê welatiya bi navê Zeyneb Mihemed Guloşo (57) revand. Rêxistinê da zanîn ku Zeyenb ji gundê Mabetlî yê Efrînê ye.

Li gorî heman agahiyan, Zeyenb Mihemed Guloşo beriya niha jî 4 caran hatibû revandin û her carê li beramberî dayîna fidiyê hatiye berdan.

Li gorî rêxistinê çeteyên bi navê ’Polîsên leşkerî’ Zeyneb birin cihekî nediyar û heta niha aqûbeta wê nayê zanîn.

Li Efrînê ya ku ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye sûcên qetilkirin û revandinê dewam dikin. Beriya demekê çete û dagirkeran cezayê darvekirin û girtîgehê li hejmarek jinên revandî birî bû.

(bb)

ANHA