Hemşîreyên Tirk li Girê Spî êriş bijîşkekê kir

Komeke hemşîreyên Tirk li nexweşxaneyeke bajarê Girê Spî yê dagirkirî êriş bijîşkeke çavan kir. Şêniyan banga cezakirina êrişkeran kir.

Hemşîreyên Tirk li Girê Spî êriş bijîşkekê kir
4 cotmeh, 2024   19:50
EYN ÎSA

Çavkaniyeke xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî da zanîn ku komeke hemşîreyên Tirk ku li nexweşxaneya Girê Spî dixebitin li bijîşkeke çavan a bi navê Cumana dane.

Çavkaniyê diyar kir ku şênî li hemberî vê sûcê nerazî ne û banga cezakirina sûcdaran kir.

Ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî dagir kiriye. Di encamê de xebatên tenduristî û xizmetguzariyê li bajêr bi pşa ketin. Hemwextî wê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tevahî cureyên sûcan li dijî şêniyên deverên dagirkirî dikin û demografiya wan herêman bi rêya bicihkirna malbatên çeteyan di malên şêniyên resen de didomînin.

(mh)

ANHA