Li deverên dagirkirî yên Sûriyeyê xwepêşandan

Şêniyên gundewarên Heleb û Idlibê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi xwepêşaneanan, nerazîbûna xwe li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Sûriyeyê şermezar kirin.

Li deverên dagirkirî yên Sûriyeyê xwepêşandan
4 cotmeh, 2024   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên bajarokê Raî yê bakurê Helebê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, daketin xwepêşandanê. Şêniyan nerazîbûna xwe li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên nêzîkbûna bi hikumeta Şamê nîşan da, nexasim vekirina deriyê Ebû Zendên ê di navbera herêmên dagirkirî û yên hikumeta Şamê de.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyan rê li ber xwepêşandêran girt û nehiştin ew berê xwe bidin deriyê Ebû Zendên.

Her wiha li deverên wekî Idlib, Erîha, Kefer Texarîm, Qorqaniya û Biniş ên Idlibê, Sehare û Etarib îm Helebê xwepêşandan derketin.

(mh)