Hember Tundî û Dagirkeriyê: Jin Jiyan Azad

Koordinasyona Kongra Star li hember tundî û dagir keriyê bi şiyara jin jiyan azadî têkoşîna jinan wê dagirkerî û tundîyê têk bibe û jinên li çar aliyên cîhanê ku ji bo azadiyê têkoşin dikin silav kir.

Hember Tundî û Dagirkeriyê: Jin Jiyan Azad
25 mijdar 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordinasyona Kongra Star bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê Cîhanê daxuyaniyêk nivîskî weşand û wiha got: “Em têkoşîna xwişkên Mîrabal di şaxsê Şehîd Şervin Serdar, Şehîd Zeyneb Seroxan, Şehîd Yusra Derwêş, Şehîd Lîman Şiwêş, û Şehîd Roşna Agit hemû jinên şoreşger ên ku jiyana xwe ji bo tekoşîna azadiyê ji dest dan bi bîr tînin.

Îsal em 25. Mijdarê di bin siya şerên ku ji hêla ferastea mêr a serdest tên meşandin pêşwazi dikin.  Weke Kongra Star û rêxistinên jin li Bakur û Rojhilatê Suriyê em bi şîara “Hember Tundiye û Dagirkeriya Jin Jiyan Azadî!” pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin û soza bilindkirina têkoşîna xwe didin. Şideta hember jin, wek hemû curên şidetê ji mêtingeriyê bigire heta dagirkeriya, ji koletiyê bigire heta qetlîaman, ji hişmendiya baviksalarî û bindestkirina jinê çavkaniya xwe digire. Şerên dagirkeriyê çi li Mayanmar be, li Filistîn, li Qerebax, Afghanistan an Kurdistanê be, xerakirina xwezayî,  komkujiya, koçberî û taybet qirkirina jin li gel dide ferz kirin. Şerên dagirkeriyê her tim şerên hember jinê ye. Dijî vê divê tekoşîna me ya dijî dagirkeriyê û dijî tundiya baviksalarî kêlekahevdu bê meşandin û bilind kirin.

Nakokî, şer û pevçûnên ku roja me ya îro di gelek waran de pêşdikevin çarek din ber cava radixin ku tundiya hember jinan ne tenê di malbat û civak sînordar dimîne ji hêla hişmendiya netewdeweltan tê teşwîq kirin û parastin û ji wê zêdetir ji netewdeweltan bixwe tundî hember jin didin meşandin, çi li Kurdistanê, li Filistîn, Mexîka, Hindistan an çi li Afghnaistan be. Bi teybet bi dagirkeriyê re em vê yekê dibînin û jiyan dikin. Dagirkeriyê bixwe tundiye û dagirkerî bi heman zihniyeta baviksalarî ya tecawizê tê kirin. Di encama dagirkeriyê de dîsa jin herî zêde rastî her cureyê şîdetê û bi taybet şîdeta zayendî tê. Jinên di heremên dagirkirî a li Rojava wek li Afrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de her roj rastî tundiya dagirkeriyê tên.

Êrîşên ji hêla pergala baviksalarî ku di asta şerê sîstematîk de tê meşandin dide xuya kirin ku dewletên serdest ên mêr ji serkeftina şoreşa jinê ditirsin. Me ev rastî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît ku zêdetirî 11 sal berê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî me şoreşa jinê da destpêkirin. Dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê wateya ku ji bo azadkirina jiyanê hewceyê bi pêşengiya jinê xwedî hişmendiyeke azad, rêxistinbûna xweser û hêza xweparastinê ye. Şoreşa jin ku me li vir da destpêkirin bi taybet di bin êrîşên dewleta faşîst a Tirk de ye. Deweleta Tirk şerek taybet da destpêkirin ji bo qirkirina jinên siyasî û rêxistinkirî ku pêşengên gelê xwe û avakirina pergalek demokratikin. Bi şerê dron bi dehan rêhevalên me ku di parastina xaka xwe ji aliyê leşkerî, çivakî û siyasî de cihê xwe girtin hatin şehîd xistin. Hemû çureyên tundiya li ser jin êrîşek ser şoreşa jine. Parastina şoreşa jin tê wateya xurtkirin û mezinkirina rêxistinbûna jin. Ji bo parastina şoreşa jin divê em tekoşînek bêhempa û bi radikal bidin meşandin. Ji ber wek jin em pêşengên vê têkoşîne ne, ku ser şopa Şehîdan dimeşîn ku jiyana xwe ji bo azadiyê ji dest dan. Em tekoşîna xwe ji bo jiyana azad ku em di ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan de dibînin bi îsrar berdewam dikin.

Ev hişmendî di çar aliyên cîhanê de her zêdetir dibe û şerek taybet bi tundiya piskolojik û fîziki hember merjî û bedenê jin dimeşîne. Li hember wê divê tekoşîna me di seranserî cihanê hember hişmendiya baviksalarî û netew dewlet ku wê hişmendî kiriyê pergala xwe û wê hişmendiya zilamê serdest kûr dike were meşandin. Ser wê esasê em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di berxwedana li dijî baviksalariyê de cihê xwe bigirin û xwe li herêmê û navneteweyî bi rêxistin bikin. Divê jinek jî bê rêxistin nemîne, ji ber ku têkoşîna îro pêwîstiya me hemûyan e  ji bo jiyanek azad.

Ji bo hilweşandina pergala baviksalarî, em ê li dijî her cure tundiya li ser jinê û zîhniyeta serdest a mêr têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi şîara “Jin, Jiyan, Azadî” em ê konfederalîzma jinên cîhanê ava bikin û sedsala xwe bikin serdema azadiya jinê!

Ji Rojava heta Rojhilata Navîn û heta hemû cîhanê em ê bi pêşengiya jin, bi rêxistinbûyîn û hêza xwe ya xweparastinê re sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jin.