Li Derayê teqîna erebeyê: Birîndar hene

Li gundewarê Derayê mayînek bi erebeyeke girêdayî hêzên “Ewlekariya Dewletê” ya hikumeta Şamê ve teqiya. Di encamê de birîndar çêbûn.

Li Derayê teqîna erebeyê: Birîndar hene
25 mijdar, 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundewarê bakurê Derayê mayîna ku kesên nenas di erebeya leşkerî ya “Ewlekariya Dewletê” ya girêdayî hikumeta Şamê şaxê Derayê de çandibû, teqiyaye. Hat ragihandin ku di teqîna erebeyê de birîndar çêbûne.

Bi vê yekê, ji destpêka îsal ve li Derayê 461 êriş çêbûne, di encamê de 364 kes hatin kuştin ku piraniya wan endamên hikumeta Şamê ne.

Ev hejmar nîşan didin ku hikumeta Şamê nikare rewşa ewlehiyê li herêmê kontrol bike, nemaze piştî ku sala 2018 û 2021`an lihevhatin çêkirin.

(c)