Hemasê bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê da

Tevgera Hemasê roja Yekşemê bersiva daxuyaniyek Wezareta Derve ya Amerîkayê ya der barê binpêkirina agirbestê, da.

Hemasê bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê da
19 cotmeh, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemasê roja Yekşemê bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku tê de gotibû tevgerê peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re binpê dike, da û daxuyanî red kir.

Hemasê di daxuyaniyekê de got ku "îdiayên ku di daxuyaniya Amerîkayê de atine gotin derew in", û got ku "ev idia rê li ber Îsraîlê vedike ku operasyonên xwe li Xezayê berdewam bike. "

Daxuyaniyê wiha zêde kir "dagirker berpirsyarê binpêkirinên peymanê ye, ji ber ew piştgiriyê dide komên çekdar ên ku li Xezayê kuştin, revandin û dizîna alîkariyan dikin. "

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku "raporên pêbawer" hene ku Hemas plan dike êrişekê li dijî sivîlên li Xezayê pêk bîne. Washington ev yek wekî "binpêkirina agirbestê" bi nav kir.

Her wiha hate gotin: "Heke Hamas vê êrişê bike, tedbîrên pêwîst dê werin girtin da ku şêniyên li Xezayê werin parastin û agirbest were pêkanîn. "

(k)