Hemas Îsraîlê bi binpêkirina agirbestê tewanbar dike

Tevgera Hemasê Îsraîl tewanbar kir ku agirbesta hatiye destnîşankirin binpê kiriye û hejmarek welatiyên herêma Xezayê kuştine.

Hemas Îsraîlê bi binpêkirina agirbestê tewanbar dike
14 cotmeh, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Hemas Hazim Qasim derbarê mijarê de got: “Artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de di encama topbaran û gulebaranê de hejmarek welatiyên Xezayê kuştine. Ev binpêkirina agirbestê ye.”

Toreya El Qudis a Nûçeyan da zanîn ku Qasim bang li hemû aliyên kir ku nêzîkatiyên Îsraîlê û tevgera wê bişopînin, her wiha rê nedênê Îsraîlê ji berpirsyariyên xwe yên derbarê agirbesta li Xezayê derkeve.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku çavkaniyên tendurstî ji wan re got, di encama bombebarana balafirên bê mirov ên Îsraîlê de 5 welatiyên filistînî yên li taxa El Şucayê ya li rojhilatê bajarê Xezayê malên xwe kontrol dikirin, hatin kuştin. Kesekî din jî li Xan Yûnis hate kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku yekîneyên wan hejmarek kesên bi guman ên xeta zer derbas kiribûn, tesbîtkirine. Ew nêzî hêzên hevbeş ên li Bakurê Herêma Xezayê bûn.

(dc)