Rûsyayê li başûrê Ukraynayê karwanê alîkariyê  bombebaran kir

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê karwanekî alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî bombebaran kiriye.

Rûsyayê li başûrê Ukraynayê karwanê alîkariyê  bombebaran kir
14 cotmeh, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rêveberiya leşkerî ya herêma Xerson a Ukraynayê Alexander Prokudin di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got: "Dagirkeran bi zanebûn kamyonên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) bi dronan û topan hedef girt."

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Andriy Sypiga ev êriş wek "binpêkirinek din a hovane ya qanûnên navneteweyî ku bêrêziya Rûsyayê ya li hember jiyana sivîlan û berpirsyariyên wê yên navneteweyî nîşan dide" bi nav kir.

Ji NY’yê der barê bûyerê de tu şîroveyek nehatiye kirin û Moskovê hîna bersiv nedaye van tewanbariyan.

Prokudin wêneyekî kamyoneke spî ya bi logoya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ku agir pê ketiye, weşand.

(k)