Îsraîlê gundewarê Quneytîrayê topbaran kir

Artêşa Îsraîlê gundewarê başûrê Quneytîrayê topbaran kir, hemwextî wê balafirên bêmirov ên Îsraîlê li asîmanê herêm digerîn.

Îsraîlê gundewarê Quneytîrayê topbaran kir
12 cotmeh, 2025   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku Îsraîlê herêma Daristana Til Ehmer ê rojhilatê Quneytîrayê topbaran kir, lê tu agahiyên der barê ziyanên canî û madî de bi dest neketin.

Hemwextî wê balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê li asîmanê başûrê Quneytîrayê heta bi gundewarê Şamê geriyan.

Li gorî SOHRˊê, der barê armancên ku Îsraîlê hedef girtine de tu agahî zelal bi dest neketin. Îsraîlê ji destpêka îsal ve, 99 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye. Di encamê de 135 armanc wêran kirin û 61 kes kuştin.

(mh/fr)