Hemas: Eger Îsraîl nû nexwaze agirbesta li Xezayê pêkan e

Hemasê diyar kir ku eger Îsraîl tu mercên nû nexwaze, wê demê peymana agirbestê û yên pevguherîna girtiyan bi Îsraîlê re dê werin pêkanîn. Berdevkê Koşka Spî jî diyar kir ku berpirsên Amerîkayê dibînin ku herdu aliyên şer ên li Xezayê ji pêkanîna agirbestê, nêzîk dibin.

Hemas: Eger Îsraîl nû nexwaze agirbesta li Xezayê pêkan e
17 kanûn, 2024   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku eger Til Avîv tu mercên nû nexwaze, wê demê peymana agirbestê û pevguherîna girtiyan bi Îsraîlê re dikarin werin pêkanîn.

Girêdayî wê, berdevkê Koşka Spî John Kirby ji Fox News re daxuyandibû ku berpirsên Amerîkayê dibînin ku herdu aliyên şer ên li Xezayê ji pêkanîna agirbestê nêzîk dibin.

(mh/fr)