Hemas cenazeyên 4 rehînan radestî Îsraîlê kir

Hemasê cenazeyên 4 rehînên di şerê li Xezayê de hatibûn kuştin radestî Îsraîlê kirin.

Hemas cenazeyên 4 rehînan radestî Îsraîlê kir
20 sibat, 2025   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê îro cenazeyên 4 rehînan radestî Îsraîlê kirin ku di şerê li Xezayê de hatibûn kuştin.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku wan cenazeyên Oded Lifshitz û Şerî Bîbas û zarokên wê Kfir û Arîel wergirtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh êvarî got: "Ev dê ji bo dewleta Îsraîlê rojek pir dijwar be. Rojek bi êş, rojek şîn be. Em ê çar rehîneyên xwe yên ezîz ên ku mirin bînin."

Hemas di çarçoveya agirbestê de cenazeyên her çar rehînan li beramberî du girtiyên Filistînî yên ku roja Şemiyê hatibûn berdan, radest kirin.

(bb)