Li Idlibê teqîn: 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Neyreb ê gundewarên Idlibê ji ber teqîna bermahiyên şer 3 kes hatin kuştin.

Li Idlibê teqîn: 3 kes hatin kuştin
20 sibat, 2025   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Neyreb ê li rojhilatê Idlibê cismeke ji bermahiyên şer di malekê de teqiya. 

Li gorî bîlançoya pêşîn, jinek û zarokek û kesekî din di encamê de jiyana xwe ji dest da û hin kesên din birîndar bûne.

Ji ber teqînê beşeke mezin a male rûxiya. Ekîbên rizgariyê qurbaniyan ji bin kavilan derdixin.

(bb)