Hemas: 7 dîlgirtiyên Îsraîlê hatine kuştin

Hemasê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de 7 dîlgirtiyên Îsraîlê hatine kuştin.

Hemas: 7 dîlgirtiyên Îsraîlê hatine kuştin
1 adar, 2024   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê baskê leşkerî yê Hemasê "Tûgeyên Qesam" ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê de 7 dîlgirtiyên Îsraîlê hatine kuştin.

Berdevk îro di daxuyaniyê de navên 3 kuştiyan: Chaim Gershon Peri, Yoram Itak Metzger û Amiram Israel Cooper aşkera kirin. Her wiha û destnîşan kir ku dê navên 4 kesên din werin ragihandin piştî ku nasnameyên wan werin piştrastkirin.

Li gorî Hemasê, hejmara dîlgirtiyên Îsraîlê yên ku di şer de hatine kuştin 70 kuştî derbas kiriye.

Li gorî Îsrîalê jî, 130 dîlgirtiyên Îsraîlê hîna li Xezayê ne û dibe ku 30 dîlgirtiyan jî hatibin kuştin.

(bb)