Helîkoptera tê de Îbrahîm Reîsî hebû qeza kir

Li gorî raporên çapemeniyê, helîkopetra ku tê de serokê Îranê Îbrahîm Reîsî hebû, ji ber rewşa hewayê neçar ma li wîlayeteke rojhilatê Azerbeycanê dakeve.

Helîkoptera tê de Îbrahîm Reîsî hebû qeza kir
19 gulan 2024   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanaleke Îranê ragihand ku helîkoptera ku serokê Îranê Îbrahîm Reîsî vediguhasta Azerbeycanê, ji ber rewşa hewayê, qeza kir.

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand helîkoptera ku serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo Azerbaycanê vediguhest qeza kir û niha tîmên rizgarkirinê dest bi lêgerînê kirine.

Li gorî ajansê, 3 helîkopter bûn, 2 ji wan ku tê de hin wezîr û berpirs hebûn gihaştin cihê xwe û helîkoptera serokê Îranê qeza kir.

Li gorî agahiyan, îmamê mizgefa Tebrîzê Ayetullah Haşim û wezîrê karên derve Hisên Emîr Ebdulehyan li ser helîkoptera serokê Îranê bûn.