Li Minbic û Şamê bîranînên şehîdên 18’ê Gulanê

Şehîdên 18’ê Gulanê li Minbic û Şamê hatin bi bîranîn û soza şopandina xeta wan hate dayîn.

19 gulan 2024   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Minbic û Şamê bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan bîranîn hatin lidarxistin.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê bi dirûşma "Bi rihê şehîdan em ê berxwedanê geş bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin" merasîmek li Hola Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Minbicê li dar xist. Merasîm bi beşdariya malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê pêk hat.

Ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê Meryem Reşîd şehîd bi bîr anîn û got: "Em ê şopdarên rêya şehîdan bin. Em ê têkoşînê mezin bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Ramanên Rêbertî ji bo gelên bindest çirûska bû."

Piştre sînevîzyonek li ser şehîdên 18’ê Gulanê hat pêşandan û Koma Vejîn a Stranan jî stran gotin.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ŞAM

Li Şamê jî bi heman munasebetê civînek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin. Di civînê de malbatên şehîdan û endamên Meclisa Jinan amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Înisiyatîfa  Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed wateya şehadetê şîrove kir û diyar kir ku bi xwîna têkoşer Hakî Karer meşa azadiyê dest pê kir û didome.

Ehmed bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîd û ’cezayê dîsîplînê’ hewl dide dengê heqîqetê qut bike.

Civîn bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA