Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir. Di merasîmê de şêniyan got divê her kes li hember erka parastina welêt, bi berpirsyarî tev bigere.

Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Hisên Elî Hemed oxir kir
22 cotmeh, 2024   16:32
REQA

Şêniyên kantona Reqa, saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîdan a gundê Hikumiyê kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Adem Reqa (Hisên Elî Hemed) oxir kirin ku 12`ê Cotmehê di encama qezayeke tirafîkê de şehîd bûbû.

Li goristanê şervanên Hêzên Komandos toreneke leşkerî li dar xist. Dûre ji fermandarên Hêzên Komandos Mihemed Kobanê axivî û rola şehîdan û berxwedana wan silav kir.

Mehmûd Kobanê ji malbata şehîd sersaxî xwest û soz da ku li ser rêya wî têkoşînê bidomînin ta ku Sûriyeya pirreng a nenavendî bi dest bixin.

Endamê rêveber ê Desteya Kar û Barên Şehîdan û Gaziyan a kantona Reqayê Îbrahîm El Hemûd got: "Welat her tişt e, parastina wî erka her kesî ye."

Di dawiya merasîmê de piştî xwendina wesîqeya şehadetê, girseyê cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA