Li Fransayê bi sed hezaran kes amadekariyên daketin li kolanan dikin

Li Fransayê li ser banga xwepêşandan û grevan a sendîkayan a bi armanca zêdekirina mûçeyan, îstîhdam û parastina xizmetên cemaweriyê tê payîn ku li seranserê welêt bi sed hezaran kes dakevin kolanan.

Li Fransayê bi sed hezaran kes amadekariyên daketin li kolanan dikin
5 mijdar, 2026   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Fransayê kedkar, karmend û ciwan, îro (5 Mijdar) bi daxwaza zêdekirina mûçeyan, parastina xizmetên cemaweriyê û redkirina xizmetguzariya civakî beşdarî grev û xwepêşandanan dibin.

 Tê plankirin ku li sernaserê welêt 252 çalakî û xwepêşandan werin lidarxistin û li gorî rayedaran tê payîn ku li paytext Parîsê di navbera 40 hezar û 80 hezaran de kes beşdarî meşê bibin.

Li gorî texmînên rayedaran, li bajarên derveyî Parîsê jî wê 500 hezar, an jî 700 hezar kes dakevin kolanan.

Yekîtiya di navbera sendîkayan de ku CFDT, CGT, FO, Unsa û FSU pêk tînin, di destpêka Cohmetê de bi armanca zêdekirina mûçeyan, parastina xizmetên dewletê, îstîhdam û pîşesaziyê ji bo (5 Mijdar) banga greva neteweyî û xwepêşandanan kiribû.

Sendîkayan, ji bilî xebatkarên dewlet û sektora taybet bang li ciwan û malnişînan jî kir ku beşdarî çalakiyan bibin.

TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ ZÊDE KIRIN

Wezîrê karên hundir ê Fransayê Laurent Nunez diyar kir ku wê ji ber grev û xwepêşandanan li seranserê welêt 70 hezar polîs û cendirme werin erkdarkirin.

Berdevkê hikumetê Maud Bregeon destnîşan kir ku rêveberî gelekî baldar e û da zanîn ku ew ê destûrê nedin bûyerên weke tundî û talanê yên mîna ku di xwepêşandanên 17`ê Cotmehê de pêk hatine.

Çalakiya 5’ê Mijdarê (îro), piştî greva karmendan a di 29’ê Îlonê de, xwepêşandanên girseyî yên di 17’ê Cotmehê de û xwepêşandanên di 24 û 31’ê Cotmehê de hatin lidarxistin, tê lidarxistin.

Ji bilî CGT’ê koordînasyona “Êlekzeran” jî ji bo 5’ê Mijdarê banga “5’ê Mijdara Gel” kiribû.

LI SERANSERÊ EWROPAYÊ BANGA LI DIJÎ BIHABÛNA JIYANÊ

Sendîka û rêxistinên mafparêz ên Fransayê li gel saziyên li Îtalya, Portekîz, Spanya, Belçîka, Yewnanistan û Brîtanyayê di dawiya Mijdarê de li dijî bihabûna jiyanê banga lidarxistina xwepêşandanên koordînekirî jî kiribûn.