Li Girkê Legê li ser 4ˊê Nîsanê rêzesemîner

Meclisa Navçeya Girkê Legê bi koordînaya Nivîsgeha PYDˊê re bi boneya 4ˊê Nîsanê semîner dan.

Li Girkê Legê li ser 4ˊê Nîsanê rêzesemîner
Li Girkê Legê li ser 4ˊê Nîsanê rêzesemîner
Li Girkê Legê li ser 4ˊê Nîsanê rêzesemîner
Li Girkê Legê li ser 4ˊê Nîsanê rêzesemîner
Li Girkê Legê li ser 4ˊê Nîsanê rêzesemîner
30 adar, 2024   19:19
QAMIŞLO

Bi boneya nêzbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û pîrozbûna wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakî tên lidarxistin.

Bi vê boneyê, meclisa navçeyê bi hevkariya Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Girkê Legê rêzesemînerên cuda dan. Semîner li komên navçeyê, meclisa bajarokên Mistefawiyê û Eror ên li rojhilatê navçeyê hatin dayîn.

Di semînera ku li avahiya meclisa Eror hatiye dayîn de bi dehan xelkê navçeyê, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî û endamên meclisa bajarok beşdar bûn.

Hevseroka Şaredariya Gel a Girkê Legê Xaliya Selmo semîner da.

Xaliya wiha got: "Em hatina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên bi fikrên wî bawer in û li ser şopa azadiyê dimeşin pîroz dikin."

Xaliya qonaxên jiyana wî û hin parçeyên têkoşîna wî yên heta niha bi bîr xistin û wiha domand: "Naskirina Rêber Abdullah Ocalan di naskirina rastiya wî de ye."

Xaliya anî ziman ku 4ˊê Nîsanê ji bo tevahî gelên rastiya wê rojê, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kirine, cuda ye, ji lew re ew roj, destpêka xelasiya gelên bindest ji zulm û înkarê ye.

Xaliya wiha pê de çû: "Li gorî me jinan, ew jidayikbûneke nû ye, ji ber ku fikir û felsefeya Rêbertî jin bi xwe dan nasîn û di oxira azadiya xwe de tê koşiyan ku fikir û felsefeya wî rêya yekane ya rizgarkirina wan ji zihniyeta baviksalariyê ye."

Xaliya wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em 4ˊê Nîsanê bikin roja civandina li dora Rêber Abdullah Ocalan, têkoşînê li ser bingehên fikir û felsefeya wî heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dewam bikin."

(fr)