Hejmara kesên ji Lubnanê têne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe
Hejmara kesên ji ber şer ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 20 hezar û 276.
Li gorî maseya krîzê, hejmara kesên ji ber şer ji Lubnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 20 hezar û 275.
Maseya krîzê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, diyar kir ku di nava vê hejmarê de 87 lubnanî û 28 cenaze jî hene.
Kesên ji Lubnanê têne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yan li malên xwe yan jî li gel xizmên xwe dimînin. Yên ku malên wan an ên xizmên wan li herêmê tune bin jî, Rêveberiya Xweser cih ji wan re peyda dike.
(bb)
ANHA