Kurdek ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Welatiyekî Kurd di girtîgeheke hêzên ewlekariyê de ji ber îşkenceya lê hate kirin, jiyana xwe ji dest da.

Kurdek ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da
2 gulan, 2026   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyê bi navê Îsamîl El Kurdî li Reqayê di girtîgehên hêzên ewlekariyê de ji ber îşkenceya lê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Îsamîl El Kurdî 40 salî ye, di bazirganiya wesayîtan de dixebite. 30'ê Nîsanê ji mala xwe ya li taxa Seyfidewletayê ya bajarê Reqayê ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ve hatibû revandin, bêyî ku sedemên revandinê werin aşkerakirin.

Çavkaniyan dane zanîn ku duh (În 1 Gulan ) malbata El Kurdî hat aghdarkirin ku cenazeyê wî ji Nexweşxaneya El Wetenî ya Reqayê bibin.

Çavkaniyan diyar kir ku Îsamîl piştî 48 saetan ji ragirtinê, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

(bb)