Witkoff û Kushner li Moskovê ne û Putin êriş 3 rojan rawestand

Putin ji ber serdana şandeya Amerîkayê ferman da ku êrişên li ser Kîevê sê rojan bêne rawestandin.

Witkoff û Kushner li Moskovê ne û Putin êriş 3 rojan rawestand
5 îlon, 2026   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê DYA‘yê Steve Witkopf û zavayê Serok Donald Trump Jared Kushner bi armanca pêşvebirina hewldanên diplomatîk ên ji bo bidawîkirina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de îro gihîştin Moskovê.

Li gorî Ajansa RIA Novosti, Witkopf û Kushner dê li Kremlinê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicivin, piştre wê biçin Kîevê da ku bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re bicivin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a TASS‘ê, berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got, Putin ferman daye ku bombebarankirina Kîevê sê rojan were rawestandin  ku ji nîvê şevê roja Şemiyê dest pê dike. Sedema vê fermanê jî spart serdana pêşbînîkirî ya şandeya Amerîkî bo Kîevê.

(bb)