Heftename: Bûyerên li peravê desthilata El Şeri diceribînin

Desthilata Şamê, hemwextî destpêkirina aloziya li perava Sûriyeyê, rûbirûyî kêşeya kêmneteweyî, mezhebî û çandî ye, her wiha di navbera rêveberiya Trump û Ewropayê de nakokî zêde dibin û eleqeya bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan didomin.

Heftename: Bûyerên li peravê desthilata El Şeri diceribînin
9 adar, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa pêşdeçûnên li Sûriyeyê, têkiliyên di navbera rêveberiya Trump û Ewropayê de û banga Rêber Abdullah Ocalan, kir.

HIKUMETA EL ŞERI Bİ KÊŞEYA BIRÊVEBIRINA MEZHEBÎ Û PIRRENGIYÊ RE RÛ BI RÛ YE

Rojnameya El Ereb a Londonê di nivîsa xwe de bal kişand ser perava Sûriyeyê û diyar kir ku cîhan li vî welatî dinêre ku ji ber mezheb û kêmneteweyan welatekî li ber teqînê ye. Çavên hemûyan li herêma perava Sûriyeyê ye ku tê de taîfeya elewî zêde ye. Tiştê li wir qewimiye, ji bo hemûyan surprîz bû.

Rojnameyê diyar kir ku di hikumeta Ehmed El Şeri de tevlihevî heye û ji bo birêvebirina mezhebî û pirrengiya li Sûriyeyê rûbirûyî astengiyên mezin. Îsraîl jî hebûna Ehmed El Şeri gefeke mezin li ser xwe dibîne. 

EL QUDS EL EREBÎ: DONALD TRUMP TU ALÎKARIYÊN DERVEYÎ PROJEYA NATO’YÊ PÊŞKÊŞ NAKE

Der barê aloziya navbera Amerîka û Rûsyayê de rojnameya El Quds El Erebî de nivîsek bi sernavê "Trump tu alîkariyên derveyî projeya NATO’yê pêşkêşî Ewropa nake" parve kir. Rojnameyê diyar kir ku Trump û cîgirê wî Vance diyar dikin ku li gel Rûsyayê sedemên rewa yên der barê nêrîna berjewendiyên rojavayiyan li Ukraynayê de hene û li gorî Rûsya ew li dijî ewlehî û berjewendiyên wê gef e.

Rojnameyê diyar kir ku Trump bi îsrar e ku tu alîkariyên ewlehî yên din, ji derveyî sînorê NATO’yê, pêşkêş neke. Li gorî Trump, Pûtîn wê lihevkirinekê îmze bike û ger şertên wê yên bingehîn li gorî Rûsyayê bin, ew ê pabend be û tu niyeta Pûtîn tune ye ku êrişêna NATO’yê bike, ger NATO li ser ewlehiya Rûsyayê ne gef e.

BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Rojnameya Asas Media wiha nivîsand: "Em nizanin çi di hişê Ocalan de derbas dibû dema ku wî ev dem hilbijart da ku hevserokên DEM Partiyê ku li Tirkiyê wek dengê Kurdan tê dîtin, peyama wî bi kurdî û tirkî bixwînin. Lê em bizanin ku ev dem dê bibe qonaxeke dîrokî û sembola pêvajoyeke siyasî, destûrî û ewlehî ya nû di dosyaya kurdî de li Tirkiye û herêmê.”

Rojnameyê her wiha diyar kir: "Atmosfera siyasî ya li hundirê Tirkiyeyê cuda ye. Di mijara pirsgirêka Kurd de di navbera Erdogan û Bahçelî de nakokî tune ne. Hêzên muxalefetê ji bo hevkarî û koordînasyonê amade ne. Tu desthilateke leşkerî li ser dosyayê nehatiye ferzkirin. Ocalan tişta li ba xwe got. Rola "lîstikvanê sêyemîn" ku bandorê li ser mijarê dike, gelekî kêm bûye. Çima Erdogan tevgerekê neke?”

(fr)