Buhar Ewrîn: Bi bangewaziya Rêbertî têkoşîna jinan dikeve qonaxeke nû

Endama Akademiya Jineolojî Buhar Ewrîn destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku cîhan tê re derbas dibe û bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna wan a jinan dikeve qonaxeke nû ji ber vê, Pêwîste xweparastina jin di wareke teng de nayê destgirtin, xweparastin di yekîtiya jinan de jî pêk tê.

Buhar Ewrîn: Bi bangewaziya Rêbertî têkoşîna jinan dikeve qonaxeke nû
9 adar, 2025   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Derbarê 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, têkoşîna jinan li Kurdistanê, destkeftiyên ku bi dest xistine, pradîgma Rêber Abdullah Ocalan a ku xeta jin a azad diyar kiriye û bangewaziya “Ji bo aştî û civaka demokratîk” a ku (27`ê Sibat 2025) derket Endama Akademiya Jineolojî Buhar Ewrîn ji ANHA`yê re axivî.

Buhar Ewrîn di destpêka axaftina xwe de 8`ê Adarê li hemû jinên têkoşer, jinên ên ku di zindanan de li ber xwe didin pîroz kir, pêşengên jin ên di vê oxira rêya azadiyê de şehîd bûne bi bîr anî.

Buhar Ewrîn diyar kir ku 8`ê Adarê nayê wateya ku tenê rojeke gerek mirov wê pîroz bike, ji bo wan di erdenîgariya Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê têkoşîn û berxwedana jinan şêwazeke jiyanê ye. Niha ew di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne, şereke germ bi taybet ji bo jinên Kurd ên ku di nava şereke sîng bi sîng bi desthildariya mêr hem bi desthildariya dewletê re ne. Ji bo ku karibin guhertin û veguhertineke demokratîk pêk bînin wê têkoşîna wan weke jinên Kurd berdewam be.

`JI BO NASNAMEYA JIN RIZGAR BIKIN TÊKOŞÎNEKE DEMDIRÊJ LI PÊŞIYA WA YE`

Buhar bal kişand ser bangewazî û daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku bi taybet piştî bangewaziya “ji bo aştiyê û civaka demokratîk” a Rêber Apo têkoşîna wan a jinan zelaltir dibe, bê guman yek ji hîmê sereke yê civaka demokratîk azadiya jin e, Rêber Apo di pradîgmaya xwe de li kêlek civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jin, behsa azadî û rêzgirtina ji bo nasnameyan jî dike, yek ji van nasnameyan nasnameya jin e. Rêbertî nasnameya jin weke nasnameyeke bi qeyran pênase kiriye, ji bo ku ew vê nasnameyê ji qeyranê derbixînin; bighêjin cewher û xwebûna xwe têkoşîneke demdirêj li pêşiya wa ye.

Buhar Ewrîn da xuyakirin ku pradîgmaya Rêbertî gelek guhertin û veguhertin çê kir, niha jî berdewam dibe. Ev pradîgma ne tenê ji bo Rojhilata Navîn pêwîstiyeke, dikare ji bo hemû dinyayê bibe mînakeke, ji ber ew qeyranên xwezayî dibînin û pirsgirêkên jin û yên demokrasiyê jî dibînin. Ev pirsgirêk hemû li ser esasê kolekirina jinê ye, Rêbertî jinê yekemîn û kevintirîn mêtîngeh bi nav dike, şarestaniya çînî jî hemû li ser esasê kolekirina jinê hatiye avakirin.

`TÊKOŞÎNA ME DERBASÎ QONAXEKE NÛ DIBE`

Buhar destnîşan kir ku bi vê pêvajoyê re têkoşîna wan a jinan jî dikeve qonaxeke nû de. Li Kurdistanê têkoşîna jinan ji bo azadiyê nêzî 40-50 salî dewam kiriye, her carê ew dixwazin gavên nûtir bavêjin û derbasî qonaxên nûtir bibin û wiha dom kir: “Ji ber em niha behsa aştî, demokrasî û azadiyê dikin 8`ê Adarê û Newroz ji bo me îsal xwedî wateyeke cuda ye. incax em bi avakirina bingehekê em ê xwe bighînin van qonaxan.”

Buhar diyar kir ku berxwedana jinan di salên dawî de li Rojhilat, Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê derkete pêş, li kêleka vê berxwedanê gelek zext û zor jî li ser jinan çê bû, taybet di zindanan de îşkenceya li ser girtiyên siyasî, sepandina hikuma darvekirinê, her wiha li Bakurê Kurdistanê terora siyasî, jinkujiya ku niha çê dibe, ev hemû nîşan dide ku hîna jî pêwîstiyên wan bi gelek kar û xebatê, rêxistinkirin û yekîtiyê heye. Piraniya jinên têkoşîn dikin ji bo jiyana xwe û pêşeroja xwe biryar didin, lê ji ber ku nêzîkatiyê milkiyetê li ser jinê heye, dibe neraziyekê ji aliyê mêr ve. Êdî ev qonaxeke wiha ku jin gihîştine ê zanistê, ji bo beden, hêvî û jiyana xwe biryar bidin.

`XWEPARASTIN BI YEKÎTIYÊ JÎ PÊK TÊ`

Buhar Ewrîn behsa girîngiya xweparastinê kir û da zanîn ku makanîzmeya wan ya parastinê li ser esasê ku dê jin çava di nava sîstema dewletê de ya ku her roj xwe nû dike, biparêze ye. Helbet em xweparastin weke hêzeke leşkerî nanirxînin, ew jî pêwîste, lê li kêleka wê perwerde û zanista jinan dikarin jî bibin makanîzmeyeke parastinê, ji bo wê jî gerek parastin di çarçoveyeke teng de neyê girtin. Her wiha alternatîfên wan jî ev in ku saziyên xweser bi jinan zêdetir bibin, jin karibin di nav de biryar bidin û hevdû biparêzin. Yek ji fakutorê sereke ji bo xweparastina jinan ew e ku yekîtiyek di navbera jinan de çê bibe.

Di berdewmaniya axaftina xwe ya têkildarî xweparastina jin de Buhar Ewrîn destnîşan kir ku ji ber jin ji aliyê fîzîkî, derûnî, aborî û siyasî ve, rastî tundiyê tê, jinên Kurd di têkoşîna xwe de girîngî daye xweparastinê. Tundî jî berhemê di nava têkiliya ol, baviksalarî, mêrsalarî, dewlet û bi taybet saziya malbatê de ye. Li Rojavayê Kurdistanê gelek model derketine, ew dikarin ji bo cihên din jî werin esasgirtin û ev mînak dan: “Weke mala jin, YPJ û HPC-Jin û gelek mînakên din mîna hevjiyana azad û hevserokatî hene. Ev ne tenê weke sazî ne, dixwazin çandekê di nava civakê de ava bikin. Ev hişmendiya ku mêr tenê dikarin di qada siyasî de cih bigirin, mêr tenê dikarin xebatên aborî û dîplomatîk bikin, niha gelekî hatiye guhertin jin di hemû qadên civakê de rola xwe dilîzin, nerîna civakê hatiye guhertin, qalibê cinsiyetparêz hatiye şikandin. Ev guhertinên ku rû didin, dibin sedem ku dijatiyek li hemberî Kurdistanê çê bibe.”

Buhar Ewrîn diyar kir ku ew ê têkoşîna wan li dijî hemû kiryar û zextên li ser jinan tê kirin, berdewam bike. Têkoşîna jinên Kurd bûye çavkaniya îlhamê ji bo hemû jinên cîhanê û bûye mînakeke ku her kes jê hêz digire.

ANHA