Gundên Minbicê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengî şevê gundên kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kir.

Gundên Minbicê hatin topbarankirin
8 tebax 2024   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengî şevê gundên Seyada û Girhiyok ên Minbicê bi hawan û obîsan topbaran kirin.

Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, li dijî gundê Ereb Hesen jî êrişek bi balafireke bê mirov a bi çek hat kirin, di encamê de zerarên madîn çêbûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev jî gundên Seyade, Dendeniyê, Um Cilûd, Ereb Hesen, Toxar, Cat, Ewn Dadat, Kawiklî bi 52 guleyên hawn û obîsan topbaran kirin.

(bb)

ANHA