Gundekî Minbicê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyada yê kantona Minbicê topbaran dikin.

Gundekî Minbicê tê topbarankirin
4 sibat, 2024   14:09
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ê herêma Cerablusê yê dagirkirî gundê Seyada yê dikeve bakurê bajarê Minbicê bi hawan û obîsan dane ber topan. 

Nûçegihanên me ji kantonê dane zanîn ku ji ber topbaranê ziyan li mal û milkên welatiyan bû.

(bb)

ANHA