Gundekî din ê Zirganê hat topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Rebîat ê Zirganê topbaran kir.

Gundekî din ê Zirganê hat topbarankirin
31 ÇILE, 2025   14:38
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Rebîat ê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê topbaran kir. Dagirkeran gund bi obîsan topbaran kir.

Têkildarî bombebaranê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Di saetên sibehê de bajarê Zirganê û gundên wê yên Til Werid, Xirbet El Şeîr û Eboş jî topbaran kiribûn.

(bb)

ANHA