Gulê Remo koça dawî kir

Dayika 2 têkoşeran, Gulê Seyîd Yûsif Remo piştî rêwîtiyek dirêj a têkoşînê koça dawîn kir.

Gulê Remo koça dawî kir
2 cotmeh, 2025   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika 2 têkoşeran, Gulê Seyîd Yûsif Remo di 70 saliya xwe de ji ber nexweşiya parkinsonê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Gulê Remo îro hat veşartin û li mizgefta Zên El Abidîn a bajarê Dêrikê taziye tê qebûlkirin.

Gulê Seyîd Yûsif Remo ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ye. Dayika têkoşer Zozan û Berdevka Komîteya Itîfaq û Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîne Osê ye.

Gulê deriyê mala xwe ji tevgera rizgariya Kurdistanê re vekir. Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ji kesên pêşîn bû ku cihê xwe di çalakiyên gel û jinan de girt.

(bb)

ANHA