Komîteya Koçberên Serêkaniyê bernameya çalakiyên xwe aşkera kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku di salvegera 6’an a êrişa dagirkeriyê ya li dijî Serêkaniyê de ew ê rêzeçalakiyan li dar bixin. Komîteyê aşkera kir ku di nava çalakiyan de komkirina îmzeyan, xwepêşandana li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê, aşkerakirina sûcên ev 6 sal e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, hene.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bernameya çalakiyên xwe aşkera kir
2 cotmeh, 2025   13:44
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku ew ê bi boneya salvegera 6’an a dagirkirina Serêkaniyê û gundên wê, rêzeçalakiyan bi dirûşma “6 sal e koçberiya bi darê zorê, vegera ewle mafekî rewa ye” li dar bixe.

Komîteyê destnîşan kir“Mafê vegera ewle û jixweber a resen bi derbasbûna demê re winda nabe. Ev xal di qanûn û peymanên mirovî û mafê mirovan ên navneteweyî de hatiye bicihkirin.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

4 û 5’ê Cotmehê: Dê hemleya berhevkirina îmzeyan li kamp û bajaran were destpêkirin (Kampa Waşûkanî, Kampa Serêkaniyê, Kampa Erîşa û bajarê Hesekê)

6’ê Cotmehê: Li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê xwepêşandan dê were lidarxistin. Nameya komîteyê were xwendin û radestî navendê were kirin.

7’ê Cotmehê: Têkildarî binpêkirinên di 6 salên dagirkeriyê de daxuyanî were dayîn û binpêkirinên hatine belgekirin, werin aşkerakirin.

9’ê Cotmehê: Hemleya serdana saziyên fermî were destpêkirin. Hemleya ragihandinê bi riya hashtagê pêk were.

(dc)