Têkildarî penceşêra sîng kampanyayeke hişyariyê dest pê kir

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Tenduristiyê û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, kampanyaya hişyariya têkildarî penceşêra sîng a bi dirûşma "Tesbîtkirina zû… jiyana nû" da destpêkirin.

Têkildarî penceşêra sîng kampanyayeke hişyariyê dest pê kir
Têkildarî penceşêra sîng kampanyayeke hişyariyê dest pê kir
Têkildarî penceşêra sîng kampanyayeke hişyariyê dest pê kir
Têkildarî penceşêra sîng kampanyayeke hişyariyê dest pê kir
Têkildarî penceşêra sîng kampanyayeke hişyariyê dest pê kir
2 cotmeh, 2025   14:48
QAMIŞLO

Bi hatina meha Cotmehê re ku Meha Pembe ya hişyariya li ser penceşêra sîng e, bi dirûşma "Tesbîtkirina zû…jiyana nû" Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê kampanyaya hişyariyê da destpêkirin.

Kampanya bi daxuyaniyekê li pêş Nexweşxaneya Hevya Sor a Kurd a li Qamişloyê hat ragihandin. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji hêla endama rêveberiya Heyva Sor a Kurd Sozdar Eko û endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê Hemrîn Romê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kampanyaya hişyariya bi dirûşma "Tesbîtkirina zû…jiyana nû" dest pê kiriye. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin armanc ji vê kampanyayê belavkirina hişyariyê û pêşxistina zanîna civakî ya der barê girîngiya tesbîtkirina zû ya nexweşiyê de ye ku weke gaveke bingehîn ji bo parastina tenduristiya jinan e.

Hate gotin ku di bernameya kampanyayê de rêzeçalakî û semîner hene û dê ji 9ˊê Cotmehê ve li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê bikin, dê bi semîneran li Hesekê, komîn, kampan û navendên tenduristiyê yên tevahî kantonê bidome.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê çalakî ne tenê hişyariya tenduristiyê bin, lê dê peyameke mirovî hebe ku tenduristiya jinan bingeha xurt a avakirina malbatê û civakeke hevgirtî û saxlem e.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “tesbîtkirina zû xeta parastina yekemîn a li dijî penceşêra sîng e û hişyarî çeka herî xurt a parastina jiyanê ye”.

Dûre Desteya Tenduristiyê diyarî li jin û zarokên nexweş ên li nexweşxaneyê belav kirin.

Li gorî rêveberên nexweşxaneyê dê kampanya heta dawiya vê mehê berdewam bike.

(fr)

ANHA