Guhertinên Sûriyeyê piştî Sykes-Picot mijara panelekê li Reqayê bû

MSD`ê di panelekê de piştrast kir ku dawiya serdema Sykes-Picot nêzîk e, herêm ber bi guhertinên ji kokê ve diçe û nebûna projeyeke netewî dibe sedema berdewamiya aloziya Sûriyeyê.

Guhertinên Sûriyeyê piştî Sykes-Picot mijara panelekê li Reqayê bû
Guhertinên Sûriyeyê piştî Sykes-Picot mijara panelekê li Reqayê bû
Guhertinên Sûriyeyê piştî Sykes-Picot mijara panelekê li Reqayê bû
Guhertinên Sûriyeyê piştî Sykes-Picot mijara panelekê li Reqayê bû
Guhertinên Sûriyeyê piştî Sykes-Picot mijara panelekê li Reqayê bû
Guhertinên Sûriyeyê piştî Sykes-Picot mijara panelekê li Reqayê bû
Guhertinên Sûriyeyê piştî Sykes-Picot mijara panelekê li Reqayê bû
4 tebax, 2025   19:28
REQA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) panelek bi sernavê "Dawiya Sykes-Picot, Taybetmendiyên Herêma Nû, Bandorên wê li ser Sûriye û Erkên Demkî" lidar xist.

Di panelê ku li hola civînan a avahiya MSD’ê ya Reqayê  de hatiye lidarxistin, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, çalakvanên siyasî û rewşenbîr amade bûn.

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî, destnîşan kir ku dawiya serdema Sykes-Picot nêzîk e û herêm ber bi guhertinên ji kokê ve diçe ku dikarin hevkêşeyên rêveberiyê, serweriyê û dilsoziyê ji nû ve ava bike.

Elî diyar kir ku Rojhilata Navîn êdî nikare şêwazên kevn ên rêveberiya navendî tehemûl bike, nemaze di çarçoveya nakokiyên mezhebî, etnîkî û aborî de ku niha ji hundir ve li ser dewletan wêraniyê çêdikin.

Di panelê de behsa xwezaya şerê Sûriyeyê hate kirin ku encama berjewendiyên nakok li ser erdê ye, di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de ye.

Elî destnîşan kir ku ji ber nebûna projeyeke netewî ku hemû pêkhateyan razî bike, aloziya Sûriyê berdewam e.

Elî behsa rêkeftina 10’ê Adarê kir û teqez kir ku ew derî ji bo formuleke siyasî ya lihevkirî vedike ku ji bo derketina ji rewşa aloz a neteweyî dikare rêyekê peyda bike.

Dûre haziran nêrînên xwe parve kirin ku divê xîtabê netewperestiyê yê teng bê derbaskirin, têgeha hemwelatîbûna wekhev were pêşxistin, divê Rêveberiya Xweser were pêşxistin a ku modeleke demokratîk e û dikare li tevahî herêman pêk were. Her wiha girîngiya naskirina pêkhateyên Sûriyeyê destnîşan kirin ji ber ku bingeha yekitiya nîştimanî ye. Haziran bang li xurtkirina jinan û tevlêkirina wan di pêvajoya siyasî de kir.

Rûspiyên eşîran jî anîn ziman ku ew jî dixwazin tev li girtina biryarê bin, ji bo wê ew amade ne însiyatîfan bikin ji bo ku pirsgirêka civakî çareser bikin û lihevhatineke civakî bi dest bixin.

Di dawiya panelê de, gelek pêşniyar hatin kirin jê; lidarxistina civînên asayî bi beşdariya tevahî pêkhateyan, firehkirina erkên meclisên xwecih, pêşxistina mekanîzmeyên rêveberiya nenavendî, lidarxistina kongreyeke netewî bi beşdariya hêzên demokratîk û çalakvanên civakî, destpêkirina projeyeke nîştimanî ya lihevhatinê û avakirina baweriyê di navbera aliyên nakok de.  

(ac/şx)

ANHA