Erecî: Dosyaya Kampa Holê dê heta dawiya salê were girtin

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî diyar kir ku dosyaya Kampa Holê wê heta dawiya îsal bi temamî were girtin.

Erecî: Dosyaya Kampa Holê dê heta dawiya salê were girtin
4 tebax, 2025   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî têkildarî vegerîna hemwelatiyên Iraqê ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê û girtina dosyaya Kampa Holê ji aliyê Iraqê ve, di kongreyeke salane ya netewî de nirxand.

Qasim Erecî got; “Dosyaya Kampa Holê wê heta dawiya îsal bi temamî were girtin. Ji ber ku Iraq niha xwedî pozisyon û statuyeke bihêze. Li gor salên berê niha Iraq gelek baştir û bihêztire.”

Kampa Holê dikeve sînorê bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nêzîkî 48 hezar kes di vê kampê de dimînin. Piraniya nîştecihên Kampa Holê ji jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê pêk tê. Heta niha bi hezaran Iraqî ji Kampa Holê hatine vegerandina Iraqê û li Kampa Cede ya Nînovayê hatine bicihkirin. Beşek ji wan jî piştî ku entegreyê civakê hatin kirin, vegerîne nav civakê.

Parlamenter Amir Fayîz ragihandibû ku Iraqê pêşniyarek fermî ji bo girtina dosyaya Kampa Holê pêşkeş kiribû. Her wiha hişyarî hatibû dayîn ku Kampa Holê weke bombeyek dem li ser mirovahiyê metirsiyê çêdike û gefe li ser ewlekariya hemû Rojhilata Navîn.

Îsal di karwanê 28’an ya vegerîna ji Kampa Holê de 816 kes bo Iraqê hatin vegerandin û li Kampa Cede ya Nînovayê hatin bicihkirin da ku entegreyê civakê bên kirin. Li gel karwanê 28’ê heta niha 15 hezar Iraqî ji Kampa Holê hatine vegerandin.